Pistî Serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî duyem serokê Kurdistanê ye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di encama dengdana Parlamentoya Kurdistanê de, piştî Serok Mesûd Barzanî bû duyemîn Serokê Herêma Kurdistanê.
Namzedê PDKê Nêçîrvan Barzanî ji koma 81 dengan 68 deng bi dest xistin û ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve weke Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.
Serokê Frakisyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de Omêd Xoşnov piştî hilbijartinê got, “Serok Mesûd Barzanî di heyama serokatiya xwe de bo Kurdistanê heybeteke mezin da Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî jî dê rola Serok Barzanî berdewam bike.”
Omêd Xoşnaw diyar kir: “Nêçîrvan Barzanî dê berdewam be li ser rola Serok Barzanî û dê berdewam be li ser heman riyê be ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê.”
Di civînê îro 28ê Gulana 2019an a Parlamentoya Kurdistanê de Frakisyona YNKê tevî hebûna rêkeftina bi PDKê re jî beşdarî nekir û deng neda.
Lê belê di serî de ji nav YNKê Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talebanî û hejmareke zêde ya kesayetên biyanî, dîplomat û nûnerên welatan pîrozî li Nêçîrvan Barzanî kirin.
PIŞTÎ SEROK BARZANÎ DUYEMÎN SEROKÊ KURDISTANÊ HAT HILBIJARTIN
Serok Mesûd Barzanî ku Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, sala 2005an ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve wekî yekem serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.
Serok Barzanî cara duyem di Temûza sala 2009an de bi hilbijartinên giştî û wergirtina sedî 70yê dengan car din bû Serokê Herêma Kurdistanê.
Bi rêkeftina partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê Yasaya Serokatiyê pejirand û îro 28ê Gulanê jî li gorî wê yasaya nû Nêçîrvan Barzanî ji aliyê parlamentoyê ve wekî duyemîn serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.
Nêçîrvan Barzanî kî ye?
- 21ê Îlona 1966ê ji dayîk bûye
- Kurê mezin ê birayê Serok Mesûd Barzanî, Idrîs Barzanî ye
- Sala 1975ê ligel malbata xwe koçberî Îranê bûye
- 1989ê bûye endamê Polîtburoya PDKê
- Bi awayekî aktîv beşdarî raperîna 1991ê bûye
- Sala 1996ê bûye cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê
- Sala 1999ê bûye serokwezîrê Kabîneya Çarem a Herêma Kurdistanê
- 2006ê serokwezîrê Kabîneya Pêncem a Herêma Kurdistanê Kabîneya Yekgirtî
- Sala 2012ê wek serokwezîrê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin
- Sala 2014ê bû serokwezîrê Kabîneya Heştem a Herêma Kurdistanê
- Di 13emîn Kongreya PDKê de wek cîgirê serokê PDKê hat hilbijartin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin