Pistî Swêd Parlamentoya Fînlandiyayê jî biryara besdarbûna NATOyê pesend kir
PeyamaKurd – Piştî ku îro 17ê Gulana 2022yan Swêd belgeya beşdarbûna nav hevpeymana NATOyê îmze kir, Parlamentoya Fînlandiyayê jî biryara beşdarbûna NATOyê pesend kir.
Di dengdana parlamentoya Fînlandiyayê de, 188 parlamenteran ji bo beşdarbûna nav NATOyê dengê belê bikar anî û tenê 8 parlamenteran bi dengê na dijî endamtiya NATOyê derketin.
Piştî vê biryarê tê çaverêkirin herdu welatên Swêd û Fînlandiya bi hev re belgeyên xwe yên serlêdana NATOyê radest bikin.
Hat ragihandin ku wê Serokwezîra Swêd Magdalena Andersson û Serokomarê Fînlandiya Sauli Niinistö, 19ê Gulanê li ser mijara endamtiya NATOyê serdana Amerîkayê bikin û bi Serokê Amerîka Joe Biden re bicivin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin