Biryara parlamentoya Fînlandiyayê: DYA 15 baregehan peyda dike!
PeyamaKurd – Meclisa Fînlandiyayê Peymana Hevkariya Parastinê ya ku bi DYAyê re hatibû îmzekirin pejirand.
Parlamenterên Fînlandiyayê deng dan qebûlkirina Peymana Hevkariya Parastinê ya ku bi DYA re hatiye îmzekirin, ku di warê leşkerî de derfetên cihêreng pêşkêşî Washingtonê dike, di nav de gihîştina 15 baregehên leşkerî.
Fînlandiyayê dev ji polîtîkaya bêalîbûnê ya ku bi salan dom kiribû, berda û di Nîsana 2023an de tevlî NATO bû. Yekser pişt re bi DYA re dest bi muzakereyên Peymana Hevkariya Parastinê kir û di Kanûnê de ev peyman îmze kir.
Peymana Hevkariya Berevaniyê rê dide artêşa Amerîkî bo 15 baregehên li Fînlandiyayê û rê dide tevgera azad a firoke, keştî û otombîlên Amerîkî û herwiha bicihkirina alavên leşkerî û pêdiviyên leşkerî li ser xaka Fînlandiyayê. Endamên artêşa Amerîkî û dezgehên ku ew bi kar tînin jî wê xwedî parastinên qanûnî yên taybetî bin.
Dema Peymana Hevkariya Parastinê hat îmzekirin, Wezîrê Parastinê yê Fînlandiyayê Antti Hakkanen diyar kir ku ev yek 'garantiya hêza herî mezin a leşkerî ya cîhanê ye ku ew ê me biparêzin'.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin