Keldanî û Turkmenan ji biryara 5 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê re bertek nîsan da: 'Em qebûl nakin'
PeyamaKurd – Piştî ku Dadgeha Federalî ya Iraqê, îro 21ê Gulanê li ser îtiraz û giliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryara vegerandina ji 11an 5 kursiyên kotayê bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê da, ji aliyê pêkhateyan ve bertek ji vê biryarê re hatin nîşandan.
Li ser biryarê Wezîrê Herêma Kurdistanê yê bo Karûbarên Pêkhateyan ku bi xwe ji pêkhateya Turkmenan e, biryara Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinên Iraqê ji bo dayîna 5 kursiyan bi pêkhatên Herêma Kurdistanê red kir û got “Ew biryar şaş û nedadperwerane ye”.
Marûf: Biryar siyasî ye em red dikin
Marûf herwiha diyar kir, “Em wê biryara Desteya Dadweriyê ya Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê siyasî dibînin. Parvekirina kursiyên kotayan li ser bingeha cografî û kêmkirina wan ji bo 5 kursiyan kêmkirina heybeta neteweyên Herêma Kurdistanê ye. Biryar zêdetir ji bo berjewendiyên siyasî bû. Em niha li benda biryarên Dadgeha Federalî ne ji ber ku ew biryara niha hatiye dayîn maf û daxwaziyên nûnerên pêkhatan li ber çav wernegirtine. Me berî niha jî daxwaza vegerandina 11 kursiyên kotayan kiribû, ew parvekirin jî bi wî awayî gelek şaş e”.
Romeo Hakarî: Biryareke ne adil û zalimane ye
Serokê Partiya Beyt Nehreyn a pêkhatiyên Kildan û Aşûrî yên Kurdistanê Romeo Hakarî got, "Biryara Dadgeha Federal ne dadwerane ye û em hemû xistine nav fikaran.”
Hakarî li ser destnîşankirina 5 kursiyan bo pêkhateyan diyar kir, “Biryara Dadgeha Federal ne adil û zalimane ye. Mafên pêkhateyên Parlamentoya Kurdistanê tê binpêkirin. Me ji dadgehê hêvî dikir biryareke baş bide. Ev biryar xerab bû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin