Pistî tevgera Hemasê Îsraîlê êrîseke asmanî pêk anî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê sibehê balafirên Îsraîlê piştî ku Hemasê ji aliyê Filîstînê Xezayê ve ber bi Îsraîlê balonên şewatê avêtin, êrîşeke asmanî kirin.
Li gorî zanyariyan balafirên şer ên Îsraîlê du cihên perwerdê yên girêdayî hêzên Hemasê kiriye armanc.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê êrîş piştrastkir ku hêzên wan deverê leşkerî yên “Lîwa Xanyons ya Xezayê” ku girêdayî Hemasê ye bomberan kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, agirbesta ku di navbera Îsraîl û Hemasê de bi navbeynkariya Qahîrê hatibû ragihandin, berdewam dike lê dîsa jî car caran di navbera aliyan şer rû dide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin