Kanala Kan a Îsraîlê: Tevgera Hemasê xwe ji bo êrîskirina ser Îsraîlê amade kiriye
PeyamaKurd – Kanala Kan a Îsraîlê diyar kir, tevgera Hemasê xwe ji bo êrîşkirina ser Îsraîlê amade kiriye.
Li gor nûçeyeke kanala Kan a Îsraîlê da zanîn, tevgera Hemasê xwe ji bo êrîşkirina ser Îsraîlê amade kiriye û ji bo vê yekê li ser sînor kembereke moşekî amade kiriye.
Herwiha kanala Îsraîlê eşkere kiriye, niha di destê Hemasê de zêdetirî 10 hezar moşekî hene ku ji nêvî zêdetir li ser sînor ji bo avêtina ser Îsraîlê hatine amadekirin.
Di berdewamiyê de heman kanalê ev yek eşkere kiriye, eger Hemas her cure êrîşekê li ser axa Îsraîlê pêk bîne, wê Îsraîl bersiveke gelek dijwar bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin