Pistî tevgera Pêsmerge erebên hawirde vekisiyan

23 April 2023 11:34 0 dîtin
Pistî tevgera Pêsmerge erebên hawirde vekisiyan

PeyamaKurd – Piştî ku doh 22yê Nîsanê hêzên Pêşmerge derbasî gundê Pelkane yê Kerkukê bûn, erebên hawirde yên êrîşî gundiyên Kurd kiribûn vekişiyan.

Doh 22yê Nîsanê li bajarê Kerkûkê gundê Pelkane ku Kurd in, erebên hawirde yên ji derve hatine, êrîşî gund kiribûn û di encamê de 10 kes birîndar bûbûn.

Piştî bûyerê hêzeke pêşmerge bo asayîşa herêmê hate sewqkirin ku erebên hawirde neçar man ji gundê Pelkene yê devera Sergeranê vekişin.

Erebên hawirde bi piştevaniya Heşda Şeibû û hêzên Iraqê ji roja Îna borî ve êrîşî gundê Pelkane dikirin ku piştî tevgera Pêşmerge ber bi herêmê ve koma ji 400-500 kesan pêk dihat, ji herêmê vekişiya.

Piştî vekişîna erebên hawirde, hêzên Pêşmerge yên li deverê hatine bicihkirin, hêzên Iraqê agahdar kirin ku rewş asayî bûye.