Pistî vekisîna Sedir Çarçoveya Hevahengî civiya: Divê gavên pratîk bên avêtin!

14 June 2022 15:57 0 dîtin
Pistî vekisîna Sedir Çarçoveya Hevahengî civiya: Divê gavên pratîk bên avêtin!

PeyamaKurd - Çarçoveya Hevahengî ya şîeyên Iraqê ku Serokê Partiya Yasa Nûrî Malikî pêşengiya wê dike, piştî vekişîna parlamentarên Tevgera Sedir ji parlamentoyê ji nû ve kete tevgerê.

Çarçoveya Hevahengiyê îro Sêşemê civînek bi Hevpeymaniya Azim a bi serokatiya Musena Semiraî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya bi serokatiya Bafil Talebanî û Tevgera Babiliyon a bi serokatiya Riyan Kildanî pêk anî.

Piştî civînê Çarçoveya Hevahengiyê bi daxuyaniyekê ragihand, di civînê de guftûgo derbarê pêşhatên rewşa siyasî yên niha û rêyên bilezkirina temamkirina destkeftên destûrî bi beşdariya hemû hêzên niştimanî hatiye kirin.

Hat gotin ku di civînê de beşdara tekezî li ser wê yekê kirin ku qonaxa bê girîng e û daxwaza bilezkirina destpêkirina pêngavên pratîkî ji bo temamkirina erkên destûrî, hibijartina Serokê Komarê, pêkanîna hikûmeteke lihevhatî ku bikaribe daxwazên Iraqiyan pêk bîne, jiyanek baş ji welatiyan re misoger bike û ewlehî û aramiyê ji bo her kesî biparêze, kirin.

Çarçoveya Hemahengiyê herwiha bang li hemû hêzên çalak yên di qada siyasî de jî kiriye ku beşdarî diyalogê bibin û amadebûna xwe û ji bo nêzîkbûna hemû aliyan nîşan da.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin, divê hikûmeta bê, hikûmeteke bihêz û bi karîn be, xizmetguzariyan pêşkêş bike, yekîtî û serweriya welat, pêgeh û rola Iraqê li navçeyê biparêze.