Pistî xwepêsandanan Serokomar û Serokwezîrê Srî Lanka dest ji kar kisandin

10 July 2022 10:22 0 dîtin
Pistî xwepêsandanan Serokomar û Serokwezîrê Srî Lanka dest ji kar kisandin

PeyamaKurd – Piştî xwepêşandanên xelkê Srî Lankayê ku doh 9ê Tîrmehê bi ser mala serokwezîr de girtibûn, Serokomarê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa û Serokwezîr Ranil Wickremesinghe ji dest ji kar berdan.

Xelkê Srî Lanka ji ber ku bi mehane rûbirûyî kêmbûna xurekê û sotemeniyê, qutkirina elektrîkê û bilinbûna enflasyonê bûne, dest bi xwepêşandanan kiribûn û doh bi ser mala Serokwezîr de girtibûn.

Serokomarê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa û Serokwezîr Ranil Wickremesinghe ragihandin ku ew dest ji kar berdidin û daxwaz kirin, bilez dest bi pêkanîna hikûmeta nû bê kirin.

Srî Lankayê di sala 1948an de serxwebûna xwe bidest xistiye û ji wê demê de jî rewş her nebaşe.

Neteweyên Yekbûyî dibêje ji 22 milyon nîştecihên wî welatî 6 milyon kes rûbirûyê nearamiya xurekê bûne.

Di çend rojên borî de 11 kesan di dora benzînê de can dan û pêleke koçberiya derve jî dest pê kiriye.