Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, Seyîd Riza û hevalên wî bibîranî

15 November 2022 23:11 0 dîtin
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, Seyîd Riza û hevalên wî bibîranî

PeyamaKurd – Li bajarê Dêrsimê bi sedema 85em salvegera didardakirina serokê Dêrsimê Seyîd Riza, kurê wî Reşik Huseyn û hevalên wan ku li bajarê Xarpêtê (Elaziğ) di 15 ê Mijdara 1937an de li Meydana Genim hatibûn didardekirin, hatin bibîranîn. Bîranîn ji aliyê Platforma ked û demokrasiyê ya Dêrsimê de hat kirin.

Di bîranînê de wekîlê serokê grûba HDP ê Meral Danış Beştaş, parlementerê Diyarbekirê İmam Taşçıer, serokê damêzrêner yê federasyona Elewiyan ya Awrûpayê Turgut Öker, parlementerê HDP ê yê Dêrsimê Alican Önlü û gelek kes tevlî bîranînê bûn û li Parka Seyîd Riza civîna çapemeniyê kirin.

Di civîna çapemeniyê de Meral Danış Beştaş axaftin kir û paşî Veli Yıldız axaftina xwe kir. Yıldız weha got:

“Di sala 1937an de serpereştê Dêrsimê û hevalên wî didardekirin. Însanên me hêjî ciyê gora wan nizanin. Em dixwazin ciyê gora wan bizanibin û li ser gora wan mûmekî vêxin. Çima gora wan ji me vedişêrin? Bi salaye Dêrsim vê zilmê dijî.”

Di civîna çapemeniyê de neviyê Seyîd Riza, Ali Polat jî weha axifî:

“Bila me rihet bihêlin, cenazên me bidin me û ciyê gora kalê min nîşanî me bidin. Birayê min ji bo ciyê gora wan bibîne gelek têkoşiya lê hîn nekir û wefat kir. Ji bo ciyê gora wan bibinim, ji niha û pê de ez ê bixebitim. Bila ciyê gora wan bibêjin an yên di pey me de werin wê hesabê wê ji we bipirsin.”