Platforma Ked û Demokrasiyê li Dêrsimê ji bo tayînkirina qeyyûm ya Hakkariyê çalakî kir
PeyamaKurd - Platforma Ked û Demokrasiyê li Dêrismê ji bo tayînkirina qeyyûm ya ji bo şaredariya Hakkariyê çalakiya rûniştinê kir û daxwuyaniya çapemeniyê da.
Çalakiyê li ber avahiya DEM Partiyê kirin. Di nav çalakvanan de hevserokên şaredariya Dêrismê Cevdet Konak û Birsen Orhan hebûn. Pankarta ku li serê ‘Qeyyûm xesba îradê ye û em biryarê qebûl nakin. Em ê ji faşîzmê re serî daneynin” bilind kirin.
Li ser navê platformê serokê şaxa DEM Partiyê Özcan Gürtaş daxwuyaniyê xwend. Gürtaş di daxwuyaniyê de got:
“Desthilata AKP-MHPê li hemberê xelkê sûcan dike. Ev desthilat bi salaye ku li hemberê xelkê Kurd îradê qebûl nake. Qanûnan nasnake. Qanûnên rewşa awarte bicîhtîne. Bijartin û hibijartina Kurdan bi zorê ji destê wan digre. Nahêle Kurd xwe bi xwe birêvebibin. Vê sibê şaredarê me yê Hakkariyê Mehmet Sıddık Akış bi îdîanameyekî sexte li bajarê Wanê xistine binçav. Yekser di şûna wî de qeyyûm danîn.
Kiryarên li ser şaredariya Hakkariyê derbeyekî siyasiye. Encama hilbijartinan nasnake. Tevî her kiryarên wan, partiya me bi ilhama ku ji xelkê Kurdistanê distîne, çanda demokrasiyê diparêze….”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin