Polîs li ser êrîsa çayxana Diyarbekirê 3 kesan desteser kir
PeyamaKurd – Hinek kes di 5 ê meha nîsanê de li Diyarbekirê li navça Peyasê êrîş biribûn ser çayxaneyekî û di encamê de kesekî kuştibûn û 2 kesan birîndar kiribûn. Li ser bûyerê polîs di demekî kurt de gumanbaran tesbît kir û yek ji wan girt.
Di dema xebata polîsên asayîşê dewam dikir de, du kesên ku tevlî bûyerê bûne, bi alavên ku tê texmîn kirin ku di bûyerê de bikaranîne, yên bi navên M.K. û B.K. îro teslîmê polîsên asayîşê bûn. Polîs guman dike ku kesên din hene tevlî bûyerê bûne û xebata wan ya li ser bûyerê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin