Polîsan kesekî din ê çermeres kust û protestoyan ji nû ve dest pê kir
PeyamaKurd – Li demeke ku protestoyên dijî nijadperestiyê yên piştî kuştina George Floyd berdewam dikin, li Amerîkayê kesekî din ê çermereş ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Piştî kuştina kesê çermereş ê bi navê Rayshard Brooks restorana ku lê hatibû kuştin ji aliyê xwepêşanderan ve hat şewitandin.
Li gorî zanyariyan bûyer roja Îniyê li bajarê Atlanta yê eyaleta Ceorgia rû daye û polîsan xwestiye kesekî çermereş ê ku di nav otomobîla xwe ya qada parkê de razayî ye û rê li ber mişteriyên din girtiye, binçav bikin, lê li gorî Buroya Lêpirsînan a Eyaleta Geogia wî kesî ber xwe daye û polîsan demançeya elektroşokê li hember wî bikar aniye.
Herwiha hat diyarkirin ku ew kes piştre reviyaye û polîsan bi demançeya rastîn gule berdayê û piştre jî jiyana xwe ji dest daye. Piştî bûyerê protestoyan dest pê kir û restorana Brooks lê hatibû kuştin, hat şewitandin.
Şaredarê Atlantayê Keisha Lance Bottoms ragihandiye ku piştî bûyerê Serokê Asayîşa Atlantayê Erika Shields îstifa kiriye û wan daxwaz kiriye polîsê ku kesê çermereş ê bi navê Rayshard Brooks kuştiye jî ji kar were dûrxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin