Polîsê ku bû sedema mirina Mîhraçê 7 salî pistî îfadeyê hat berdan

06 September 2021 17:08 0 dîtin
Polîsê ku bû sedema mirina Mîhraçê 7 salî pistî îfadeyê hat berdan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku polîsê li navçeya Hezexê ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bi lêdana wesayîta zirxî bûye sedema mirina Mîhraç Mîroglu yê 7 salî piştî wergirtina îfadeya wî ji aliyê dozgeriyê ve hat berdan.

Serdozgeriya Hezexê di derbarê bûyerê de bi hinceta “qezaya trafîkê ya bi mirin” lêpirsîn daye despêkirin û polîsê ku bû sedema mirina Mîhraç Mîroglu, 3 roj piştî bûyerê bi banga dozgeriyê îfade da û got: “Min wesayît bilez nediajot û min nedixwest ev bûyer biqewime.”

Piştî îfadeyê polîsê ku bûye sedema mirina Mîhraç Mîroglu hat berdan û dozger jî ji bo tespîtkirina rastiyê dosya ji bo Beşa Pisporiya Trafîkê ya Saziya Bijîşkî ya Edlî şand.

Baroya Amedê jî di nav de 14 baroyên Bakurê Kurdistanê derbarê mirina Mîhraç Mîroglu yê 7 salî de daxuyaniyek belav kiribûn û gotibûn, divê mirinên ji ber wesayîtên zirxî nebin mirinên ji rêzê û daxwaza lêpirsîna bibandor û dadmendî kiribûn.