Polonya 2 mîlyar dolar teklîfê Amerîkayê kir
PeyamaKurd- Hat ragihand ku Polonya bo Amerîka baregeheka daîmî li welatê wan deyne, 2 mîlyar dolar teklîfê Amerîkayê kiriye.
Ragihandina nûçeyê ji aliyê malpera Onetê ve hat kirin. Berya zîrweya NATOyê ya ku wê di meha bê de li Burukselê çêbibe, wezareta karên bergiriyê ya Polonyayê ji Amerîka daxwaz kiriye ku baregeha leşkerî ya daîmî li Polonyayê ava bike û bo baregehê 1.5-2 mîlyar dolar teklîfê Amerîka kiriye.
Polonya pêdivî bi Amerîkayê dibîne ku li welatê wan tumeneka zirxî bê danîn. Hem polonya bi sedema krîza navbera Rûsya û Ûkraynayê, ji asayîşa welatê xwe endîşe dike. Polonya di meha adarê de, bo sîstema parastina hewayî ya welatê xwe, bi Amerîka re bo sîstema Patriotan 4 mîlyar û 750 mîlyon dolar peyman îmze kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin