Polonya: Em amade ne bi Tirkiyeyê re hevdîtinê bikin!

23 April 2023 17:30 0 dîtin
Polonya: Em amade ne bi Tirkiyeyê re hevdîtinê bikin!

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Polonyayê ve hat ragihandin ku ji bo tazmînata "şer" a ji Almanyayê tê xwestin piştgiriyê dixwaze û hat ragihandin ku ew amade ne di vê mijarê de bi rayedarên Tirkiyeyê re hevdîtinê bikin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê Arkadiusz Mularczyk diyar kir ku welatê wî ji bo wendahiyên di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji Almanyayê tazmînat xwestiye û di vê mijarê de raporek hatiye amadekirin û got,

"Me metodolojiya li pişt rapora xwe ya şer bi welatên Ewropayê  û Ukraynayê re nîqaş kir. Li ser vê mijarê nîqaşên cuda dewam dikin. Têkiliya bi Tirkiyeyê re kanalên me vekirî ne û em ê kêfxweş bibin ku li ser vê mijarê bi rayedarên Tirkiyeyê re biaxivin."

Mularczy, di derbarê tazmînata ku ji Almanyayê tê xwestin de xebatên rêveberiya Varşovayê nirxand û got ku ew ê berdewam bikin ku pisporan bînin cem hev da ku rêyên qanûnî yên muhtemel gotûbêj bikin û baştir bikin.