Polonya: Pêwiste Ewrûpa xwe çekdar bike

25 May 2024 17:36 0 dîtin
Polonya: Pêwiste Ewrûpa xwe çekdar bike

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Polonyayê Radoslaw Sikorski di hevpeyvîna xwe ya ku da rojnama Îngîlîz ya bi navê The Guardiyanê de ragihand ku Îngîltere jî di nava wan de, ji bo têkbirina armanca Rûsyayê, temamê Ewrûpayê xwe çekdar bike û valahiyan dagire.

Wezîr Radoslaw Sikorski got ku ji niha de Rûsya serkeftinên biçûk bi dest xistiye û divê Polonya, Almanya û Fransa ber bi dawiya şerê sar de, valahiyên ku di Yekîtiya Ewrûpayê de çêbûne tije bikin û ev kiryar divê berfireh be. Sikorski her weha got ku Polonya %4ê dahata ne safî ya welatê xwe ji bo bergiriyê serf dike û weha dewam kir.


“Piştî qedandina şerê sar, Ewrûpa îznê da ku tesîsên sanayiya bergiriyê bên girtin ji ber ku gelek biha bû ku tesîsan weke yedek an ku îhtîyadî vekirî bihêlin. Hilberînerên ekîpmanên bergiriyê hê jî bawer nakin ku karibin pêvajoya çekdarbûnê dewam bikin.

Putin ji dahata xwe ya salê %40ê wê ji bo bergiriyê vediqetîne. Di tesîsên sanayiyê de 3,5 milyon kes dixebitin. Ewrûpa bi eksa Rûsyayê xwe bê sanayî dihêle.”