Pompeo: "Dibe ku Pûtîn û Trump hevdîtinekê bikin"
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku piştî şêwirmendê Trump yê ewlehiyê John Bolton serdana Moskovayê bike, dibe ku bo hevdîtineke di navbera Pûtîn û Trump de rê veke.
Wezîrê Amerîkî Mike Pompeo di axaftina xwe ya bi kanala MSNBC de derbarê hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump de axivî. Pompeo destnîşan kir ku "şêwirmendê Trump yê ewlehiyê John Bolton wê piştî çend rojan here Moskovayê, wê li wir bi hemtayê xwe yê Rûs re hevdîtinekê bike. Ihtîmal e ku piştî serdana John Bolton, Pûtîn û Trump hevdîtinekê li dar bixin.
Derbarê mijarê de Kremlînê jî daxuyaniyek da, berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov da zanîn ku "dibe ku di navbera herdû serokan de hevdîtinek çêbibe, dema ku em ji vê re amade bûn em ê bi raya giştî re parve bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin