Pompeo: Dibe Xwedê Trumpî bo rizgarkirina Cihûyan sandibe
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got ku ew bawer dike; dibe Xwedê Trûmpî bo rizgarkirina cihûyan (Îsraîliyan) şandibe. Pompeo vê gotinê di seredana xwe ya Îsraîlê de, di hevpeyvîna xwe ya di televizyona CBN (Tora Weşana Xirîstiyanan) de, di dema ku behsa têkiliyên Washington û Îsraîlê dikir de da.
Pêşkêşvana televîzyonê pirseka weha kir: “Dibe ku serok Trump jî weka qralîçe Ester, bo Îsraîlê ji tehdîdên Îraniyan biparêze hatibe mezinkirin?” Li ser vê pirsê Pompeo weha got: “Ez weka xirîstiyanekî bawer dikim; dibe ku ev yek mumkun be.”
Qralîçe Ester kiye? Tê bawerkirin ku 2 hezar û 500 sal berê qralîçe Ester dema keçe tê sirgûnkirin bo Qraliyeta Persê. Dema diçe welatê Persê, bi qralê Persan bi Ahaşweroş re dizewice. Lê goya vedişêrê ku ew Cihûye. Wezîrê qral Ahaşweroş yê bi navê Haman qral razî dike ku temamê Cihûyan bikuje lê qralîçe Ester qral razî dike ku dev ji vê fikra xwe berde û Cihûyan rizgar dike. Haman jî didardedikin. Ev di nava Cihûyan de baweriyeki ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin