Pompeo: Rêveberiya Trump polîtîkaya herî hisk li dijî Rûsyayê mesand

03 January 2021 23:47 0 dîtin
Pompeo: Rêveberiya Trump polîtîkaya herî hisk li dijî Rûsyayê mesand

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê di rêveberiya Donald Trump de Mike Pompeo ku 20 Çile seroktilyê dewrî serokê hilbijartî Joe Biden dike, ragihand ku rêveberiya Trump li gorî heyamên berê polîtîkaya herî hişk li dijî Rûsyayê meşandiye.

Pompeo li ser hesabê xwe yê medya civakî îdia kir ku rêveberiya Trump polîtîkaya herî hişk li hember Rûsyayê li gorî rêveberiyên beriya xwe meşandiye û wiha got:

 “Ti rêveberiyekê bi qasî me polîtikayeke hişk li hember Rûsyayê nemeşand. Noqte. Di vê mijarê de tiştekî din ku bê gotin nîne. Li rastiyan binêrin.”

Herwiha Pompeo got ku ji sala 2017an ve rêveberiya Trump, li ser helwestên êrîşkar ên Rûsyayê li Ûkrayna û Ewropayê, zêdetirî 365 dorpêç li ser armanên rûsî sepandin.