Prens Selman plana kustina rêvebirên Îranê kiriye
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf ragihand ku hinek kesên nêzî prens Muhammed Selman, plan kirin ku hinek kesên ji rêvebirên Îranê ji yên di asta bilind de bikujin. Zarîf got: “Di dest me de agahiyên esehî hene.”
Zarîf got ku haya rêvebiriya Erebistana Si’îdiyê ji vê mijarê heye. Zarîf di dema ku hevpeyvîneka taybet bo rojnameya New York Times ê dikir de, dema rojname jê pirsî bê planên di derbarê kuştina rêvebirên Îranê de, yên weka Qasim Silêmanî ji aliyê Erebistanê ve dê bihatina kuştin, bê raste an na de, Zarîf got ku di destê wan de delîlên xurt hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin