Price: Rûsya bi guhertina fermandaran re her tim hewl dide...
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price diyar kir, Rûsya bi guhertina fermandaran re her tim hewl dide ku di şerê Ukraynayê de encamên cuda bi dest bixe û ev yek weke "dînbûnê" bi nav kir.
Di civîna çapemeniyê ya rojane de li ser pirsa Sererkanê Giştî yê Rûsyayê Valeriy Gerasimov derbarê erkdarkirina Hêzên Leşkerî yên Hevbeş di operasyona li Ukraynayê de Price got, bi vê peywirê re, pêwîst e ji Moskowê were pirsîn ku armancên Rûsyayê di şer de çi ne.
"Li gorî perspektîfa me, ew yek pênaseyên dînbûnê tîne bîra min, ango kirina heman tiştî ji bo bidestxistina encamek cûda. Rûsya her carê fermandarên payebilind, bi tecrube, belkî bêtir bi bandor destnîşan dike û digihîje heman tiştî." Price got, "Parêzvanên Ukraynî, dibînin ew dîwarê xweparastinê yê Ukraynayê ji bo parastina welatê wan e. Dibe ku Rûsya hêvî bike her carê bi tayînkirina fermandarekî nû dînamîkên şer biguhezîne, lê dînamîka bingehîn wê neguhere. Ew jî şerkirina Ukrayniyan ji bo axa xwe ye."
Price, da zanîn, artêşa Rûsî di dema ku artêşa Ukraynayê ji bo axa xwe û demokrasiyê şer dikir, di şerê bidestxistina axa xwe de bû û got, baweriya wan bi tevahî heye ku artêşa Ukraynayê wê bandora xwe li qada şer nîşan bide û axa xwe biparêze.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da hat ragihandin, di asta fermandariya artêşa Rûsyayê ya li hemberî Ukraynayê de guherîn hatin kirin û Gerasîmov wek Serokê Hêzên Hevbeş ên Leşkerî hat wezîfedarkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Fermandarê berê yê Hêzên Hevbeş û Hêzên Esmanî Sergey Surovikin, wê wek alîkarê Gerasîmov tevbigere.
Her wiha hat ragihandin ku Fermandarê Hêzên Bejayî Oleg Salyukov û Alîkarê Serfermandarê Giştî Aleksey Kîm wek alîkarên Gerasîmov hatine wezîfedarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin