Putin, Amerîkayê bi kujeriyê tawanbar kir!
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, di rûniştinekê de mijarên rojevê nirxandin û di axaftina xwe de bal kişand ser kuştina Fermandarê Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî.
Vladimir Putin, di rûniştina Klûba Nîqaşan a Valdayê de li ser mijarên rojane axivî û helwesta Amerîkayê ya li dijî Îranê jî nirxand û pê ve girêdayî, qala kuştina Fermandarê Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî kir.
Putin, li ser kuştina Silêmanî rayedarên Amerîkayê bi ‘kujer’iyê tawanbar kir û got,
“Kî di derbarê General Qasim Silêmanî de çi difikire bila bifikire, ew rayedarekî fermî bû û li welatê sêyemîn hat kuştin.”
Qasim Silêmanî, di 3yê Rêbendana sala 2020an de dema ku ji balafirgeha Bexdaya Iraqê derdiket, bi suîkastekê hat kuştin û piştî bûyerê Serokê Berê yê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Qasim Silêmanî ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatiye kuştin.
Donald Trump, çend meh beriya niha jî ragihandibû ku ew niha jî ji ber bûyera Qasim Silêmanî, ditirse ku ji aliyê hêzên Îranê ve were kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin