Zelensky bersiv da tawanbariyên Putin ên di derbarê hêrisa Moskowê

24 March 2024 18:17 0 dîtin
Zelensky bersiv da tawanbariyên Putin ên di derbarê hêrisa Moskowê

PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky got ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hewl dide hêrişa terorî ya li Moskowê têxe stuyê Ûkraynayê.

Zelensky di peyama xwe ya vîdyoyê ya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de, daxuyaniya Putin a di derbarê hêrişa terorî ya ku duh li salona konsertê ya "Crocus City Hall" a li paytext Moskowê pêk hatibû de ku gotibû "terorîstên ku hêrişê kirine hewl didin ber bi Ûkraynayê ve birevin." nirxand.

Zelenskiy balê kêşa ku Putin û rayedarên din ên Rûs hewl dane ku Ûkraynayê ji hêrişê tawanbar bikin û got: "Berê jî hewl dan ku gavên wiha bihavêjin. (Rûs) her dem heman rêbazan bikar tînin."

Zelenskiy artêşa Rûsyayê bi gumanbariya li dijî gel û artêşa Ûkraynayê pêkanîna "kiryarên terorîstî" tawanbar kir û wiha dom kir:

"Wan bi sedhezaran terorîst hanîn Ûkraynayê da ku li dijî me şer bikin û li welatê wan çi dibe bila bibe xema wan nîne. Putin, li şûna ku bala welatiyên Rûs bikişîne û bi wan re biaxive, rojekê bêdeng maye û difikire ka çawa hêrişê têxe stuyê Ûkraynayê."

Zelenskiy balê kêşa ser helwesta gelê Rûsyayê ya di derbarê leşkerên Rûs ên li Ûkraynayê mirine û got: "Heta gelê Rûsyayê ji vê yekê Putin berpirsiyar nebîne, Putin wê vê rewşê ji bo berjewendiya xwe bi kar bîne. Divê terorîst her tim winda bikin û ez spasiya her kesê ku bi rastî jiyanê diparêzim dikim." 

Hêrişa terorî ya Moskowê

Şeva borî li paytexta Rûsya Moskowê, li salona konsertê ya Crocus City Hallê, ji aliyê kesên çekdar ve hêrişeke terorî pêk hat.

Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin de hat dîtin ku hêrişkar bi çekên otomotîk kesên li salonê gulebaran kirine.

Li ser banê avahiya ku salona konserê lê bû şewat dertê û piştî demekê banê avahiyê hildiweşe.

Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê ragihand ku di hêrişê de 133 kesan can daye û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûne.

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku di nav de 4 terorîstên ku hêrişê pêk anîne 11 kes hatine binçavkirin.