Pûtîn: Biryar dane heta yek ukraynî bimîne ser bikin!
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, di Konseya Ewlekariyê ya welatê xwe de, li ser mijara şerê Ukraynayê û windahiyên şer axivî.
Pûtîn got ku diyar e hevpeyman alavên leşkerî didin Ukraynayê lê hêza wê bi sînor e û wiha got: "Wisa dixuye hevpeymanên Rojavayî yên Ukraynayê heta yek ukraynîyek sax bimîne biryara şer dane.”
Li aliyê din Wezîrê Bergiriya Rûsyayê Sergey Şoygu di civînê de got ku di nav 16 rojên dawî de, artêşa Ukraynayê windayên girîng dane û niha çalakbûna wan a di şer de kêm bûye.
Herwiha Şoygu ragihand ku Rûsya niha artêşeke yedek ava dike û dê di demeke nêzîk de jî damezrandina wê temam bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin