Putîn di navbera Rûsya û Kore de pirekî avadike
Rêvebirên her dû welatan yên Rûsya û Kore ya Bakûr bo avakirina pirekê di navbera her dû welatan de dest bi hevdîtinan kirine.
Wisa xuya dike ku Amerîka û Kore li hemberê Amerîka serî li rêyeka weha didin. Kore ya Bakûr ji bilî Çîn û Kore ya Başûr sînorê wê tenê bi Rûsya re heye. Li gor nûçeya The Washington Postê ku ragihandinê ji Wezareta Rûsya ya Rojhilata Dûr sitendiye; bo çêkirina pirê, vê hefteyê ji her dû welatan tîmên xebatê hatin cem hev.
Pira ku nû çêbibe, Çînê ji orta her dû dewletan derdixe û raste rast Kore û Rûsyayê bi hev ve girêdide. Di navbera her dû welatan de Çemê Tumenê heye û pira nû wê li ser çem bê avakirin. Karê têkiliyên bejayiyê berê di ser Çînê de dihat kirin.
Dirêjahiya pirê wê 20 km be. Pir, bi qederê aboriya xwe wê siyasî û sembolîk be jî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin