Pûtîn dîrok da: Rûsya çekên nukleerî li Belarûsê bi cih dike
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji Belarûsê re ragihand ku çekên nukleerî yên taktîkî yên Rûsyayê wê piştî 7-8ê Tîrmehê dest pê bikin.
Pûtîn li Soçiyê bi Serokomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko re hat bal hev. Pûtîn di axaftina xwe ya destpêka hevdîtinê de diyar kir, wê li ser mijarên ewlehî û aborî biaxivin.
Pûtîn bal kişand ku têkiliyên di vî warî de pir baş pêş ketine û destnîşan kir, geşedanên di warê ewlehiyê de bi îstiqrar û heta baş in.
Pûtîn bal kişand ser wê yekê ku di warê ewlehiyê de her du welat di nav hevkariyeke baş de ne û bal kişand ser çekên nukleerî yên taktîkî yên ku berê dabûn zanîn ku wê ji Belarûsê re bên şandin û wiha got: "Di mijarên herî hesas ên ku me li hev kirine de her tişt li gor plansaziyê dimeşe. Di 7-8ê Tîrmehê de wê amadekariyên tesîsên pêwendîdar biqedin û cureyên çekan ên girêdayî wê ji bo Belarûsê bên şandin."
Pûtîn di daxuyaniya xwe ya meha Adarê de eşkere kiribû, NATOyê çekên nukleerî yên taktîkî li welatên din bi cih kiriye û ragihandibû, Rûsya jî wê çeka navborî li Belarûsê bi cih bike.
Pûtîn herwiha bi bîr xist ku wan pergalên moşekên bi qîmet ên "Alexander" radestî Belarûsê kirine û diyar kir, ev sîstem wê bi çekên nukleerî yên taktîkî bên çêkirin.
Lukaşenko herwiha destnîşan kir, ji bo danîna çekên nukleerî yên ji serdema Yekîtiya Sovyetê li welêt wê tesîs bên amadekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin