Rûsya dest bi tetbîqata çekên nukleerî dike

22 May 2024 08:30 0 dîtin
Rûsya dest bi tetbîqata çekên nukleerî dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li "Navçeya Leşkerî ya Başûr" tetbîqata bikaranîna çekên nukleerî da destpêkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku "Bi talîmata Serokê Rûsyayê û di bin serokatiya Serfermandariya Giştî de, qonaxa yekem a tetbîqata amadekirin û bikaranîna çekên nukleerî yên nestratejîk li Herêma Leşkerî ya Başûr destpê kir."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di çarçoveya tetbîqatê de yekîneyên leşkerî yên li herêmê cebilxaneyên pêwîst ên pergala moşekên taktîkî ya "Îskender" gihandine xala ku hatiye diyarkirin û wê ji bo bikaranînê amade bin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku balafirên ku bi fuzeyên hîpersonîk "Kinjal" hatine desteserkirin jî wê beşdarî tetbîqatê bibin. Hat destnîşankirin ku ev tetbîqat ji bo zêdekirina kapasîteya amadehiyê ya hêzên nukleerî yên Rûsyayê û parastina yekparçeyiya xak û serweriya welêt hat organîzekirin, li hemberî daxuyaniyên provokatîf ên hin rayedarên rojavayî yên ku gefan li Rûsyayê dixwin.