Putin: Divê em dest bi hilberîna van sîstemên êrîsê bikin
PeyamaKurd – Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku DYAyê sîstemên moşekî yên navîn û menzîl kurt li cihên cuda yên cîhanê bi cih kiriye û got, "Divê em dest bi hilberîna van sîstemên êrîşê bikin."
Pûtîn di hevdîtina xwe ya înternetê ya bi endamên Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê re got ku "Amerîka hincet datîne" û peymana şandina moşekên navîn û menzîl kurt berî çend salan wiha hiştiye.
"Di sala 2019an de me ragihandibû ku heta ku Amerîka van sîsteman li herêmeke dinyayê bi cih neke em ê van moşekan hilberînin û bi cih neynin."
Pûtîn bal kişand ser wê yekê ku agahî hene ku Amerîka van moşekan li gelek herêman bi cih kiriye û got, "Em dizanin ku Amerîka ne tenê van pergalên moşekan hildiberîne, ji bo tetbîqatê jî tîne Ewropayê, Danîmarkayê. Herî dawî hat ragihandin ku ew li Fîlîpînê ne.”
Pûtîn bal kişand ser wê yekê ku divê Rûsya ji bo vê yekê gavekê bavêje û got, "Xuya ye ku divê em dest bi hilberîna van pergalên êrîşan bikin û paşê li gorî rewşa rastîn biryar bidin ku li ku derê bi cîh bikin da ku ewlehiya xwe misoger bikin."
DYA di sala 1987 de bi Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (YSSR) re îmze kir. Di sala 2019an de ji Peymana Hêzên Nukleerî yên Navîn-Menzîl (INF) vekişiyabû ku di wê peymanê de moşekên bi menzîla 500 heta 5 hezar û 500 kîlometran qedexe kiribûn û dikarin bi serikên nukleerî ve bên danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin