Pûtîn li 4 herêman rewsa awarte ragihand, Ukraynayê bersiv da: Tistek naguhere!

19 October 2022 20:01 0 dîtin
Pûtîn li 4 herêman rewsa awarte ragihand, Ukraynayê bersiv da: Tistek naguhere!

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Valdimîr Pûtîn, ji bo her çar herêmên Ukraynayê yên xistine kontrola Rûsyayê, rewşa awarte ragihand.

Pûtîn got ku Ukrayna rewşa herêmên Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporijya ku referandûmên girêdana bi Rûsyayê ve hatine kirin, qebûl nake û herwiha Ukrayna bi êrîşên terorî tawanbar kir.

Herwiha Pûtîn eşkere kir ku li wan her çar herêman wê rewşa awarte berdewam bike û wî biryarname îmze kiriye.

Serokê Rûsyayê biryara îlhakkirina herêmên Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporijya 30yê Îlonê û yasa jî 5ê Cotmehê îmze kiribûn.

Ukrayna: Tê wateya talankirinê…

Şêwirmendê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê Mihail Podolyak jî li ser twitterê bersiva biryara Pûtîn da û got, ew biryar ti tiştekî naguherîne, ew dê di rizgarkirina deverên dagirkirî de berdewam bin.

Pdolyak herwiha diyar kir, biryara ragihandina rewşa awarte li erdên dagirkirî têne dikare were wateya bi awayekî yasayî talankirina mal û milkên ukrayniyan.

Serokê Rûsyayê biryara îlhakkirina herêmên Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporijya 30yê Îlonê û yasa jî 5ê Cotmehê îmze kiribûn.