Putin: Misilman, ji bo Rusyayê bi fedekarî ser dikin!

28 June 2023 14:30 0 dîtin
Putin: Misilman, ji bo Rusyayê bi fedekarî ser dikin!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, ji ber rastlêhatina Cejina Qurbanê, daxuyaniyek belav kir. Putin diyar kir ku ew ji bo Misilmanan bi fedekarî li Ukraynayê şer dikin.

Li gorî nûçeya Sputnikê, Vladimir Putin di peyama xwe ya pîrozbahiya cejinê de got ku

“Ev cejina ku bi sedsalan bi xêr û alîkariya cîranan tê pîrozkirin, îdealên dilovanî û edaletê di civakê de piştrast dike. Civaka Misilmanan li Rusyayê di jiyana welêt de xwedî roleke mezin û afirîner e û di xurtkirina aştiya etnîkî û olî de roleke mezin dilîze.”

Serokê Rusyayê li ser misilmanên welatê xwe jî wiha got: “Ew fedekarî, mêrxasî û wêrekiyeke mezin (di dagirkeriya Ukraynayê de) li gorî kevneşopiyên dîrokî, manewî û welatparêziya bav û kalên xwe nîşan didin.

Civaka Misilmanan a li Rusyayê, di jiyan û civaka welêt de xwedî risteke afirîner û mezin e û ji bo zeximkirina olên kêmaniyan, xwedî risteke mezin e.

Ji bilî vê, Misilmanên nav artêşê, bi hevrêyên xwe yên çekdar re mil bi mil Rusyayê diparêzin."