Putîn û Erdogan li ser krîza Idlibê axivîn: Girîngiya rêkeftinan…
PeyamaKurd – Piştî alozbûna rewşa Idlibê û pêngavên leşkerî ji aliyê Tirkiye û rejîma Sûriyê ve û gefxwarina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a mohlet dana heta dawiya Sibatê, îro Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Erdogan li ser rewşa dawî axivîn.
Hat ragihandin ku îro 12ê Sibatê di navbera Pûtîn û Erdogan de pêwendiyeke telefonî encam daye û li ser krîza Idlibê axivîne.
Li gorî daxuyaniya Kremlînê di encama pêwendiya Pûtîn-Erdogan de biryara berdewamkirina danûstandina bi dezgehên pêwendîdar re li ser rewşa Idlibê derketiye.
Herwiha Kremlînê daye xuyakirin ku Pûtîn û Erdogan girîngiya bicihanîna rêkeftinên Rûsya-Tirkiyê yên derbarê Sûriyê de anîne ziman.
Erdogan: Em ê pêgirî Soçiyê nemînin û li her derverî hêzên rejîmê armanc bikin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin