Pûtîn û Prens Selman li ser bazara petrolê ya cîhanî gotûbêj kirin!

31 January 2023 11:01 0 dîtin
Pûtîn û Prens Selman li ser bazara petrolê ya cîhanî gotûbêj kirin!

PeyamaKurd – Di dema ku welatên Yekîtiya Ewropayê xwe amade dikin ku ji 5ê Sibata 2023an pê va kirîna neftê ya ji Rûsyayê rawestînin, hat diyarkirin, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman li ser geşedanan axivîne.

Di daxuyaniya Kremlînê de hat tekezkirin, aliyan li ser hevkariya di çarçoveya OPEC+ê de ji bo dabînkirina îstiqrarê di bazara cîhanî ya petrolê de tê kirin gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de, serokên Rûsya û Erebistana Siûdî ku welatên sereke neftê hinarde dikin, pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Pûtîn û Prens Salman li ser mijarên geşepêdana têkiliyên navbera Rûsya û Erebîstana Siûdî di warên siyasî, bazirganî, aborî û enerjiyê de axivîn, rewşa niha ya hevkariyê di çarçoveya OPEC+ de ji bo dabînkirina aramiyê di bazara cîhanî ya petrolê de gotûbêj kirin.

Biryara rawestandina îthalata nefta xav ji Rûsyayê ya bi rêya behrê ku welatên Yekîtiya Ewropayê di meha Hezîranê de li hev kiribûn û biryara sepandina bihayê 60 dolarî yê ku di 2yê Kanûnê de hatibû lihevkirin, di 6ê Kanûna 2022an de ket meriyetê.