Sullivan û Prens Selman rewsa dawî ya Peymana Stratejîk gotûbêj kir
PeyamaKurd – Şewirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan, di serdana Erebistana Siûdî de ligel Prensê Şûngirê Şah Muhammed bin Selman re civiya.
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa dawî ya peymana stratejîk a navbera Amerîka û Erebisbtana Siûdî û rewşa şerê Xezeyê hatiye gotûbêjkirin.
Hate diyarkirin ku hevdîtin li bajarê Dhahran ê Erebistana Siûdî pêk hatiye.
Ajansa Fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê ragihandiye, Sullivan û Selman pêşnûmeyanên peymana stratejîk a rewşa wê ya dawî hatiye dayîn berçav kirine û mijara çareseriyeke du dewletî bo Filîstînê û hêsankariyên alîkariyên mirovî bo xelkê Xezzeyê gotûbêj kirine.
Biryar e Sullivan piştî vê serdanê derbasî Îsraîlê bibe û bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû re jî bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin