Pûtîn yasaya sînordarkirina xebatên medyayên biyanî îmze kir
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, yasayeke ku dezgehên medyayî yên biyanî li Rûsyayê asteng û sînordar bike, îmze kir.
Li gorî yasaya ku di Sîstema Zanyariyên Yasayên Dewleta Rûsî de hatiye belavkirin, dema welatek medyayên Rûsî sînordar bike û qedexe bike, wê Rûsya jî wekî bersiv bi biryara Serdozgeriya Federasyona Rûsyayê xebatên wan medyayên dewletên biyanî sînordar bike.
Herwiha ajansa TASSê ragihandiye ku di pênaseya ‘ajanên biyanî’ de jî guhertin hatiye kirin û wê xebatkarên saziyên sivîl yên biyanî wekî ‘nûnerên biyanî’, lê belê wê her kesekî dijî berjewendiyên netewî yên rûsî tevbigere û ji aliyê aborî ve jî wan fînanse bike, wê wekî ajan bêne pênasekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin