Parlamena Îranê projeyasaya pêsxistina xebatên nukleerî pesend kir

01 December 2020 16:45 0 dîtin
Parlamena Îranê projeyasaya pêsxistina xebatên nukleerî pesend kir

PeyamaKurd – Parlamena Îranê piştî kuştina zanayê îranî yê serokê saziya atomî Muhsîn Fexrîzade, projeyaseke bipêşxistina xebatên nukleerî û dewlemendkirina ûranyûmê pesend kir.

Li gorî projeyasaya hatiye pesendkirin, wê rêjeya dewlemendkirina ûranyûmê heta sedî 20 were pêkanîn û stokên ûranyûmê jî werin zêdekirin.

Biryare projeyasa piştî pesendkirina li Konseya Parêzvanê Destûrê wekî yasa were qebûlkirin.

Piştî ku Amerîka peymana nukleerî ya ligel Îranê betal kiribû, Îranê car din dewlemendkirina ûranyûmê zêdetirî rêjeya hatibû diyarkirin zêde kiribû.