Pûtîn yasaya ku heta mirinê wî biparêze îmze kir

23 December 2020 20:37 0 dîtin
Pûtîn yasaya ku heta mirinê wî biparêze îmze kir

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin, yasaya ku taybet ji bo wî hatiye derxistin û heta mirinê parêzbendiya wî dike îmze kir.

Bi vê yasayê re ji aliyê qanûnî ve wê heta mirina wî ti dozek li ser neyê vekirin.

Li gorî yasaya ku doh 22yê Kanûnê hatiye weşandin, ji bo serokên dewletê yên berê û malbatên wan parêzbendiyê çêdike û ji ber sûcên bikin ti dozek li wan nayê vekirin û dadgehkirnê mûaf têne girtin.