Qamislo | Sêx Masuq Xeznewî li ser gora wî hat bibîranîn

02 June 2023 19:27 0 dîtin
Qamislo | Sêx Masuq Xeznewî li ser gora wî hat bibîranîn

PeyamaKurd – Alimê Kurd Şêx Maşûq Xeznewî ku meha Gulana 2005an ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve li Şamê hatibû revandin û piştre jî hatibû qetilkirin, li ser gora wî ya li Qamişloyê hate bibîranîn.

Bi boneya 18emîn alvegera qetilkirina Şêx Mihemed Maşûq Xeznewî, kesayetên olî yên Rojavayê Kurdistanê, li Qamişlo li ser gora Xiznewî merasîmeke bîranînê saz kirin.

Şêx Maşûqê Xeznewî, alimekî olî û welatparêzekî Kurd bû û di nav gel de pir dihat hezkirin.