Qedexe ye ku li ser tenduristiya serokê 91 salî yê Kamerûnê bê axaftin!
PeyamaKurd – Li Kamerûnê, piştî gotegotên ku derketin holê ku serokê 91 salî Paul Biya ji meha Îlonê û vir ve xuya nedikir biryara qedexekirinê hate dayîn ku êdî gotegotên bi vî rengî bên axaftin. Wezareta karên navxweyî li şûna ku agahiyên zelal bide, “gotûbêjkirina rewşa tenduristiyê ya serokê dewletê” qedexe kir.
Li welatê Efrîqayê Kamerûnê qedexe ye ku li ser rewşa tenduristiyê ya serokê 91 salî Paul Biya were axaftin. Wezîrê karên navxweyî Paul Atanga Nji nameyek ji waliyên herêmê re şand û got ku “Nîqaşa tenduristiya serokê dewletê mijareke ewlehiya neteweyî ye.”
Telîmata ku piştî ku Biya ji destpêka îlonê ve li ber raya giştî xuya nake û beşdarî wê lûtkeyê nebû ku dihat plankirin ku hefteya borî biçûya Fransayê, bû sedema spekulasyonan:
“Ji niha û pê ve her nîqaşeke li ser rewşa tenduristiya serok di çapemeniyê de bi tundî dê bê qedexekirin.”
Medya dê bê kontrolkirin
Li gorî vê yekê wezîrê karên navxweyî Paul Atanga Nji jî ji waliyan xwest ku yekîneyên çavdêriya kanalên televîzyonên taybet û torên medyaya civakî ava bikin.
Rexneya li Sansurê
Kanala wezareta karên navxweyî ya Kamerûnê wekî sansurê hat şîrovekirin. Hycenth Chia ku yek ji pêşkêşvanê kanala televîzyonê ya taybet Canal2 International ye got, “Serok ji hêla kamerûniyan ve hat hilbijartin û normal e ku meriv ji cîhê wî bi fikar be. Em nîqaşan li ser rewşa tenduristiya Joe Biden û serokên din ên cîhanê dibînin, lê li vir, nîqaşkirina vê yekê tabû ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin