Talîbanê, ji bo keçikên 10 salî qedexeya dibistanê ragihand
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedarên hikûmeta Talîbanê ve hatin ragihandin, li hin parêzgehên Afxanîstanê rayedarên Talîbanê ferman daye gerînendehiyên ku xwendekarên keçik ên ku asta wan ji pola sêyemîn bilindtir bişînin malên wan.
Li gorî nûçeya BBCyê ya Farisî, Wezareta Perwerdehiyê ya di bin banê Talîbanê de gerînendehên dibistanan ji qedexeyê agahdar kirine.
Hat diyarkirin ku rayedarên Talîbanê ji rêveberên dibistan û qursên demkurt ên li parêzgeha Xezniyê re gotine ku “Ji keçikên ji 10 salî mezintir re destûr nayê dayîn ku li dibistanên seretayî bixwînin."
Talîbana ku piştî 20 salan di Tebaxa 2021an de rêveberiya Afxanîstanê bi dest xistibû, peyder pey li ser zarokên keç û li ser jinan qedexeyan radigihîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin