PDK: Qedexeya Ala Kurdistanê ya li dibistanên Kerkûkê betal bû

31 January 2024 18:07 0 dîtin
PDK: Qedexeya Ala Kurdistanê ya li dibistanên Kerkûkê betal bû

PeyamaKurdî - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku biryara qedexekirina li dibistanên Kerkûkê daleqandina Ala Kurdistanê hatiye betalkirin û êdî wê li dibistanên vê parêzgehê, li gel ala Iraqê ala Kurdistanê jî hebe.

Endama Fraksiyona Parlamena Iraqê ya PDKê Dr. Nehla Efendî, di daxuyaniya ku di malpera fermî ya PDKê de hatiye weşandin de got: "Piştî hewldanên me yên demdirêj, me karîbû vê biryarê bidin standin."

Dr. Nehla Efendî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî gelek danûstandinên ligel Wezîrê Perwerdehiyê yê Iraqê Îbrahîm Nams û pêkutiya fraksiyona PKKê, biryara qedexekirina daleqandina ala Kurdistanê hate betalkirin."

Efendî da zanîn ku li gel bilindkirina li ser dibistanên Kerkûkê, li gor destûra federaliyê, wê ala Kurdistanê bi ala Iraqê re li ser ofîsên hukmî jî bê bilindkirin.