Qedexeya hilbijartinê siet di 18.00an de destpêkir

13 May 2023 19:55 0 dîtin
Qedexeya hilbijartinê siet di 18.00an de destpêkir

PeyamaKurd – Ji bo hilbijartina serokkomariyê û parlementerên Tirkiyê qedexeya kirina propogandeya partiyan destpêkir. Qedexe heya 24 sietan dê dewam bike. Di 14 ê mehê de siet ji 06.00 ê sibê û bi şûn de firotina alkolê hat qedexekirin. Wê çayxane, kiraatxane, kafeyên înternetê û temamên ciyên kêfê girtîbin.

Di televîzyonan de tenê wê biryarnameyên YSK a yê karibin bên weşandin. Daxwuyaniyên YSK dikarin ji 18.00an heya 21.00an yê roja 14 ê gulanê bên belavkirin. Piştî siet 21.00an, wê weşana herkesî serbest bibe. Hinek ji qaîdeyên giştî yên hilbijartinan wehane:

-Wê xwaringeh tenê karibin xwarinan bidin muşteriyan.

-Di jîngehan de hilgirtina çekan qedexeye tenê hêzên asayîşê dikarin çekan hilgirin.

-Heya siet 18.00ê 14 ê gulanê, texmîn û şiroveyên hilbijartinê qedexeye.

-Piştî siet 18.00an, ji bilî namzedan, rojnamevan, şirovekar û hwd.dikarin şiroveyan bikin.

-Siet piştî 21.00an weşan tev dê serbest bin.

Kesên li pey qaîdeyên hilbijartinê neçin dê bên cezakirin.