Qeymeqamê Hewlêrê: Yên bihayên xurekan zêde bikin wê bên cezakirin
PeyamaKurd - Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ragihand ku wan komîteyên çavdêriya nirxan li bazaran ava kirine ku her kesê nirxan bilind bike, wê tedbîrên tund li hember wan bên girtin.
Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd îro 7ê Adarê ji rojnamevanan re eşkere kir ku hin bazirgan sûdê ji rewşê werdigirin û nirxê madeyên xwarinê bilind dikin.
Qeymeqamê Hewlêrê got: “Komîteyên çavdêriya bazaran hatine avakirin û dê tedbîran li hember her kesê ku binpêkirinan bike û bihayên fermî zêde bike, werin girtin.”
Nebez Ebdulhemîd diyar kir: “Bêguman Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraq û navçeyê ji şerê navbera Rûsya û Ukraynayê bandor bûne û ev yek jî bûye sedema bilindbûna nirxê hinek madeyan bi taybetî zeyt û rûn, lê nabe her kesek ji aliyê xwe ve buhayan bilind bike.”
Qeymeqamê Hewlêrê got, “Her kesê ku ji rewşê sûdê werbigire û bihayan bilind bike dê bi tundî were cezakirin.”
Nebez Ebdulhemîd da zanîn ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hêsankarî ji bazirganan re ji bo dabînkirina keresteyên xwarinê kirine û yên binpêkirinê bikin wê rastî tedbîrên tund bên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin