Qeys Xezelî: Divê Iraq bersiva êrîsên Îsraîlê bide

01 October 2019 17:01 0 dîtin
Qeys Xezelî: Divê Iraq bersiva êrîsên Îsraîlê bide

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Tevgera Esaîbû Ehlî Heq Qeys Xezelî ku bixwe beşek ji nav Heşda Şeibî ye, daxwaz ji hikumeta Iraqê kir, li dijî êrîşên Îsraîlê yên bi ser Heşda Şeibî de çi pêwîst be bike û rêkarên dijî Îsraîlê bigre ber xwe.

Qeys Xezelî, li ser hesabê tora medya civakî ya Twitterê daxwaz ji hikumeta Iraqê kir rêkarên pêwîst dijî Îsraîlê di çarçoveya civaka navdewletî de bigire ber xwe.

Xezelî herwiha xwest, Iraq bersiva êrîşên Îsraîlê yên bi ser serbazgeh û cebilxaneyên Heşda Şeibî  de bide ku ew jî mafê wê ye.