Rêveberê Gistî yê IAEA bi Esed re civiya

20 March 2024 10:09 0 dîtin
Rêveberê Gistî yê IAEA bi Esed re civiya

PeyamaKurd – Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Grossî li Şama paytexta Sûriyê bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiya.

Rafael Grossi serdana Şamê ya paytexta Sûriyê kir. Di çarçoveya serdanê de, Grossî bi Serokê Sûriyê Beşar Esed û Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mekdad re civiya.

Grossî di daxuyaniya xwe de got: "Em amade ne ku ji bo vejandina diyaloga bilind a di navbera IAEA û Sûriyeyê de dest bi xebatê bikin û balkişandina ser avakirina baweriyê ji bo bikaranîna aştiyane ya enerjiya nukleerê li Sûriyeyê."