Rêveberiya Rojava bang li civaka navdewletî kir: Êrîs dewam bikin wê karesat çêbe
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, li ser êrîşên Tirkiyeyê yên 4 roj in berdewam dikin civîneke rojnamevanî li dar xist. Di daxuyaniya rêveberiyê de êrîş hatin şemezar dkirin û bang li civaka navdewletî hate kirin ku pêşiya van êrîşan bigirin.
Rêveberiya Xweser îro 27ê Cotmehê êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên di 4 rojên borî de şermezar kir û ragihand: “Di nava 4 rojan de Tirkiyeyê êrîşên asmanî anîn ser binesazî û herêmên ku sivîl lê dijîn. Her wiha çeteyên wê êrîşên bejahî pêk anîne, sivîl û şêniyên Efrînê ku neçarî koçberiyê bûne yên li herêmên Şehba û Şêxmeqsûd kirine aramanc.”
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Êrîş bêyî ti hincetên rewa têne kirin, tê xwestin rewşên aborî bi rêya armanckirina sazî û navendên xizmetguzeriyê bixin xeteriyê. Ev êrîş xeteriyeke mezin li ser rewşa mirovahî, xizmetguzerî û civakî çêdike.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin, eger êrîş dewam bikin, dê bi xwe re encamên xeternak derxîn û ev xeterî wiha hatin rêzkirin:
1- Derxistina karesteke mirovî û aborî
2- Gefên li dijî hewldanên tunekirina terorê
3- Ziyanên li ser hemû sektorên çandinî, pîşesazî, xizmetguzerî û firneyan. Ev sazî wê ji xizmetê derkevin.
4- Gefan li jiyana 5 milyon şêniyên resen û koçberên li herêmên Rêveberiya Xweser bike
5- Gefan li xebatên destekdayîna aramiyê û pêşxistina çareseriya demokratîk li Sûriyê bike
6- Gefan li girtîgehan dixe û xeteriyê çêdike, ev jî dê bihêle ku terorîst sûdê jê bigirin û ev jî dê bibe gefek li dijî tedbîrên parastina van deveran.”
Herwiha bang li hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, Rûsya, hemû saziyên yasayî û mirovî hat kirin ku encamên van êrîşan bibînin, pêşiya wan bigirin, komîteyên lêpirsînê ava bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin.
Di dawiyê de jî hate gotin, di 4 rojên borî de, 118 êrîş bi dronan, 20 êrîş bi balafirên şer û 893 bi topên hawanan li seranserî Rohavayê Kurdistanê hatine kirin, tê de 17 kes hatine kuştin û 65 kes jî birîndar bûne.
Herwiha di encama êrîşan de, stasyonên elektirîkê yên navçeyên cuda hatine bombebarankirin û zêdetirî 150 hezar malbat ji elektirîkê bêpar mane ku ava vexwarinê jî qut bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin