Rêveberiya Rojava ji bo girtiyên DAISê 5 pêsniyar li civaka navdewletî kir
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bi armanca çareserkirina pirsgirêka dosyeya girtiyên DAIŞê yên di zîndanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne, 5 pêşniyar li welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê kir.
Serokê Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer û Serokê Ofîsa Karûbarên Koçberan Ehmed Şêxmûs ji rojnameya “aawsat” re dane xuyakirin, şandeyên Rêveberiya Xweser di civîn û hevdîtinên bi hikûmetên welatên Hevpeymaniya Navdewletî de, 5 pêşniyar ji bo çareserkirina rewşa girtiyên DAIŞê yên di zîndanên HSDê de û malbatên wan ên li kampa Hol û Rojê pêşkêş kirine.
Pêşniyarên ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kirine wiha ne: “Divê welatên biyanî welatiyên xwe vegerînin û li ser xaka xwe wan dadgeh bikin. Alîkariyê bi dezgehên ewlehiyê re bikin ji bo parastina ewlehiya kampa Holê. Bilez navendên dubare pêgehandinê ava bikin. Zanyariyên îstixbaratî bi hev biguhêrin û bi biryareke navdewletî dadgeheke taybet li herêmên Rêveberiya Xweser ava bikin.”
Endulkerîm Omer gotiye, ji encama civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya derbarê endam û malbatên DAIŞê yên li Sûriye û Iraqê de dawiya meha Hezîrana borî pêk hatiye, hin civîn di navbera berpirsên Rêveberiya Xweser û hikûmetên welatên hevpeymanan û nûnerên Amerîka de hatin kirin.
Tevî ku hin ku welatên rojava û Erebî beşek ji jin û zarokên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê werdigirin, hîn gelek welat dudil in ji bo wergirtina malbatên DAIŞê. Ebdulkerîm Omer li ser mijarê gotiye: “Ti gunehên zarokan tune ne, ew jî qurbaniyên DAIŞê ne, mana wan li van kampan, dihêle nifşekî radîkalî û tundrew dirust bibe.”
Kampa Holê ya li bajarê Hesekê wekî kampên herî metirsîdar ên cîhanê tê binavkirin. Li gorî Serokê Ofîsa Karûbarên Koçberan Ehmed Şêxmûs, dora 11 hezar jin û zarokên DAIŞê yên ji 50 regezî lê ne.
Rêvebiriya Xweser dide xuyakirin ku pêwîstiya van malbatan bi destêwerdaneke navdewletî heye û bang li welatên cihanê dike, ta ku welatiyên xwe ji wan kampan vegerînin welatên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin