Rêveberiya Rojava: ‘Tirkiye êrîs bike em nikarin girtiyên DAISê kontrol bikin’
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, bi sedema êrîşa muhtemel a Tirkiyê ragihand ku heger Tirkiye êrîşî deverên wan bike, dê navçe rastî tevliheviyeke mezin bê û DAIŞ jî dê ji kontrolê derkeve.
Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Karûbarên Koçberan ya ser bi Rêveberiya Xweser ve daxuyaniyeke hevbeş belav kir û li ser metirsiya girtiyên DAIŞê yên li Kampa Holê wiha got:
“Di dema şerê li dijî DAIŞê li Baxozê, bi hezaran çekdarên DAIŞê û malbatên wan xwe radestî HSDê kirine û ew li Kampa Holê hatin bicihkirin ku ev bûye mezintirîn û metirstirîn kamp li Rojhilata Navîn.”
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku li gor dawî amarên fermî 71 hezar û 658 koçber li kampa Holê hene, jê 30 hezar û 890 kes ji regeza Iraqî ne, 30 hezar û 314 kes koçberên Sûrî ne û 10 hezar û 454 kes jî ji regezên biyanî ne û her êrîşek li ser deverên bakur û rojhilatê Sûriyê, DAIŞ dê careke din xwe birêxistin bike û dê tevliheviyê zêde bike û ewê nikaribin kontora rewşê bikin.
Rêveberiya Xweser daxwaz ji civaka navdewletî kir, bi berpirsyatiya xwe rabin û dadgeheke navdewletî ji bo dadgehkirina çekdarên DAIŞê yên girtî ava bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin