Rêveberiya Rojava bang li DYA, NY û YE kir: Heger Tirkiye êrîs bike...

06 October 2019 11:17 0 dîtin
Rêveberiya Rojava bang li DYA, NY û YE kir: Heger Tirkiye êrîs bike...

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku pêşiya êrîşa Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê bigirin.

Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê li ser gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, êrîşa Tirkiyê ya muhtemel li dijî bakûrê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dê derfetê bide çalakbûna terorê û DAIŞê.b

Di daxuyaniyê de bang li NY, Amerîka, YE û saziyên navdewletî hat kirin pêşiya êrîşa Tirkiyê bigirin, ji ber ku êrîşa Tirkiyê dê bibe sedema malwêraniyê.

Rêveberiya Rojava di berdewama daxuyaniyê de hişyarî da û got, eger Tirkiye êrîş bike ew ê bersiv bidin û şer bikin.