Rêvebiriya Trump fonên bo bernameyên USAIDê betal kir

10 March 2025 20:00 0 dîtin
Rêvebiriya Trump fonên bo bernameyên USAIDê betal kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio ragihand ku piştî lêkolîneke şeş hefteyan, 83% ji bernameyên di bin banê Ajansa Pêşketina Navneteweyî ya Amerîka (USAID) de hatine betalkirin.

Marco Rubio got ku piştî lêkolîneke şeş hefteyan, 83% ji bernameyan di bin USAID de hatine betalkirin û wiha axivî: "5 hezar û 200 bernameyên ku hatine betalkirin, bi dehan milyar dolar bi rêbazên ku xizmeta berjewendiyên bingehîn ên neteweyî yên Amerîkayê nedikirin (û di hin rewşan de jî zirar didan) xerc kirin".

Rubio diyar kir, nêzîkî hezar bernameyên mayî dê êdî ji aliyê Wezareta Karên Derve ve û bi şêwirmendiya Kongreyê re "bi rêbazeke bibandortir" bêne birêvebirin.

Rubio herwiha spasiya Beşa Bandoriya Hikûmetê (DOGE) kir û got: "Spas ji DOGE re û ji xebatkarên me re ku saetên dirêj xebitîn da ku vê reforma derengmayî û dîrokî pêk bînin."